Ferîd Ese-serd:Gelê Kurd li Bakur hişyare û dizane çi dike

Sekreterê Encumena Serokatiya YNK’ê Ferîd Ese-serd ragihand ku wek YNK bi cidî li hilbijartinên Tirkiyê dinêrin.

Sekreterê Encumena Serokatiya YNK’ê Ferîd Ese-serd derbarê hilbijartinên14’ê Gulanê û rola Kurdan di hilijartinan de axivî.

Ferîd ragihand ku Kurd partiya sêyem a herî mezin ya nava Parlamentoya Tirkiyê de ye û dizane ku çawa gav biavêje û got:

“Gelê Kurd niha li Bakurê Kurdistanê gelek hişyar, li ser berjewendiyên xwe û dewleta Tirkiyê biryar didin.

Em li Başûrê Kurdistanê bi awayekî herî cidî li van hilbijartinan dinêrin.

Ev hilbijartin wê guhertinek mezin li pey xwe bîne.

Em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiya Tirkiyê bi guhertinên radîkal di sîstema siyasî, siyaseta navxweyî, derve û peywendiyên xwe de heye.

Ferîd diyar kir ku gelê Kurd yê li Tirkiyê hişyare û wê biryarên xwe hem li gorî berjewendiyên xwe û hem jî berjewendiyên Tirkiyê biparêze bide.

Dr.Şêrko Mihemed Emîn: Divê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Back to top button