Dr.Şêrko Mihemed Emîn: Divê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Parlementerê Berê yê Başûrê Kurdistanê û Endamê KNK’ê Dr. Şêrko Mihemed Emîn jî got: ji bo ku Kurd bikaribin mafên xwe bidest bixin divê dengê xwe bidin partiya xwe. Ji ber ku ketina Erdogan di qezenca hemû Kurdan de ye.”
Welatiyên Silêmaniyê jî tekez kirin ku Ji bo serkeftinê divê her kes piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk.Siyasetmedar Dr Mehmud Osman jî diyar kir ku bi çûna Erdogan re, wê aramî pêk were.

Li Başûrê Kurdistanê, bi nêzîkbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk jî zêde dibe.

Parlementerê Berê yê Başûrê Kurdistanê û Endamê KNK’ê Dr. Şêrko Mihemed Emîn têkildarî vê yekê axivî.

Dr. Şêrko Mihemed Emîn diyar kir wê Hilbijartin bandorek rasterast li Rojhilata Navîn bike.

Mihemed Emîn tekez kir ku ewê heta dawiyê piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.

Şêrko Mihemed Emîn bang li hemû aliyên azadîxwaz û Kurdan kir ku dengê xwe bidin xwe..

“Ji bo serkeftinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk”

Welatiyên Silêmaniyê derbarê heman mijarî de axivîn.

Welatiyan tekez kir ku pêwîste her kes ji bo serkeftina Partiya Çepên Kesk biçe ser sindoqan û dengê xwe bikarbîne.

Mehmûd Osman: Bi çûna Erdogan re wê aramî pêk were

Siyasetmedar Dr Mehmud Osman jî derbarê hilbijartinên li Tirkiyê de bi Rojnews ê re axivî.

Mehmud Osman da zanîn ku Erdogan û hikûmeta wî di hemû aliyan de li dijî Kurdan şer ragihandiye û wiha got:

“Ev hilbijartin wê bandora xwe li ser Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn hebe.

Ji ber ku Erdogan kesek şerxwaze û bi çûna wî re wê guhertin çêbe.”

Back to top button