Malbatên girtiyên Rojavayî: Bila dewleta Tirk zarokên me bên berdan

Di girtîgehên dewleta Tirk de, ne tenê ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, girtiyên siyasî yên ji Rojava jî hene.
Malbatên girtiyên siyasî yên ji Rojava, êşkence û binpêkirinên mafan ku dewleta Tirk li dijî girtiyan pêk tîne, şermezar kirin û banga berdana Rêber Ocalan û zarokên xwe yên girtî kirin.

Malbatên girtiyên siyasî yên ji Rojava, ji bo şermezarkirina êşkence û binpêkirinên mafan ku dewleta Tirk li dijî girtiyan pêk tîne, daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hat dayîn.

Di daxuyaniyê de êşkence, tecrîd û binpêkirinên mafên girtiyan ji aliyê dewlet Tirk ve hat şermezarkirin û hat gotin ku dewlet Tirk bi van kiryaran hemû qanûnên mirovî binpê dike.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku ji bo berdana hemû girtiyên ku dewlet Tirk ew xistine nava tecrîd û êşkenceyê, bikevin nava tevgerê.

Malbata tecrîda li ser rêber Ocalan jî şermezar kirin û banga berdana wî û hemû girtiyan kirin.

Malbatên girtiyên Rojavayî: Bila dewleta Tirk kurê min û hemû girtiyên siyasî berde

Her wiha dayika Teymûr yê girtî, ku kurê wê ev 23 salin di girtîgehên Tirkiyê de ye jî, bang li saziyên mafên mirovan kir ku di serî de ji bo berdana Rêber Ocalan, kurê wê û hemû girtiyên siyasî, erkên xwe bi cih bînin û zextê li Tirkiyê bikin.

Back to top button