Li Dêra Zorê çeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

Di operasyoneke hevbeş a QSD û Koalîsyona Navnetewî de li gundewarê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê weşand.

QSD’ê da zanîn ku yekîneyên wan yên taybet û Hêzên Koaslîsyona Navnetewî li herêma Cedîdet Egîdat a Dêrazorê operasyonek li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê pêk anî.

Di encama operasyonê de çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Hêjayî gotinê ye ku QSD’ê di 4’ê hezîrana çûyî de li gundewarên Dêra Zor û Hesekê operayoneke bi navê “Têkbirina Terorê” li dijî şaneyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin.

Di vê operasyona navborî de zêdeyî 110 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Back to top button