Çeteyan li navçeya Racoyê 3 şênî revandin

Li Efrîna dagirkirî, roj bi roj kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dermirovî zêdetir dibin.
Li navçeya Raco jî ji bo standina fidey 3 şênî revandin. Îro çetayan carek din êrîşî gundê Firêriyê kir û hejmarek ji şêniyan birîndar kir
Her weha li navçeya Şêrewa zêdetirî 8 hezar û 300 darên Zeytûnê şewitandin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê jî ragihand ku çetayan ji gundê Me’imila yê navçeya Raco şêniyên bi navên Çîçek Ibrahîm , Elî Mihemed Ibrahîm û Elî Kêlê (70) revandin.

Rêxistinê da zanîn, Ji bo standina fidey, çeteyan ew revandin.

Çeteyan îro carek din êrîşî gundê Firêriyê yê Cindirêsê kir

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo qirkirina çand û nasnameya Efrîniyan, kirayrên dermirovî pêk tînin.

Çeteyan îro di seatên nîvro de carek din êrîşî gundê Firêriyê yê navçeya Cindirêsê kir.

Çavkaniyên taybet yên televsiona me ragihandin ku çeteyan êrîşî gund kir û hejmarek ji şêniyan birîdar kir.

Di 6’ê Tîrmehê derbas bûyî de, ji ber şêniyan bertek nîşanî ferzkirina bacê dan, çeteyan êrîşî gund kir, 3 kes birîndar kirin û hejmarek welatî jî revandin.

Her weha destdirêjî li jinan kirin û malûmilkên şêniyan talan kirin.

Çeteyan 8 hezar û 310 darên zeytûnê li navçeya Şêrewayê şewitandin

Xwazaya Efrînê jî ji hovîtiya çeteyên Tirkiyê bêpar nemaye.

Li gorî Malpera Çalakvanên Efrînê Li gundê Be’irava ya Şerayê Çeteyan agir bi daristana gund xistin.

Li navçeya Şêrewa jî çeteyên dewleta Trik a dagirker 8 hezar û 310 darên zeytûnê şêwitandin.

Darên ku hatine şewitandin yên 40 cotkarî ji gundên Birc Qas, Beradê û Kelotiyê ne.

Back to top button