Welatiyên Ereb ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê lihevkirina Tirkiyê û hikûmeta Şamê red kirin.
Welatiyê bi navê Hanî Omer dibêje Tirkiyê dijminê Sûriyê ye û jimarek deverên wê dagirkirin e.
Hanî Omer diyar kir ku ew lihevkirina Şam bi dewleta Tirk re qebûl nakin û ev tişt anî ziman:
“QSD’ê hêza yekane ye ya ku şerê DAIŞ û artêşa Tirk li Sûriyê kir û gelê wê diparêze.”
Welatiyê bi navê Yûsif Misto jî Erdogan weke kujer, dagirker û diz jî bi nav kir û got:
”Dewleta Tirk dewleteke dîktator e, dixwaze desthilata Osmanî vegerîne, lê em ê nehêlin ev pêk bê.
Welatiyê bi navê Casim Hec Beha jî anî ziman ku yên bi dijminê Sûriyan re li hev bikin, ew jî dijmin e.