Hunergeha Welat bi hevkariya saziya folklorî ya Pargîn kilîpeke gelêrî û folklorî ya nû derxist.
Ji taxên bajarê Qamişlo angu wek ku şêniyên wê jê re dibêjin “Bajarê Evînê” herdu saziyên hunerî rastiya gel û çand şêniyên bajêr û evîna dirust bi rêya kilîpekê nîşan dan.
Dîmenên kilîpa bi navê “Li Qamişlo li ber derî” li taxên Xanîka, Bişêriyê, Hilko û Aşê Bozê hatin kişandin.
Derbarê armancên kilîpê de endamê Hunergeha Welat Kawa Xalid destnîşan kir ku piraniya berhemên wan û yên saziya folklorê ya Pargîn rastiya berxwedana şoreşgerî nîşan didin.