Hunergeha Welat bi hevkariya Saziya Pargîn kilîpeke nû der bar berxwedana gerîla de li hember êrişên qirkirinê li Herêmên Parastinê yên Medyayê derxist.
Piştî xebatên meh û nîvekê saziya Pargîn û Hunergeha Welat li ser sosyal medya kilîpeke nû bi navnîşan “Li herî jorê” belav kir.
Têkildarî peyama kilîpê, endamê Saziya Pargîn, Îbrahîm Feqê got: “Di demên dawîn de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Kurdistanê, êrişên dijwar pêk tên.
Ev jî erkek da ser milê me ku em di aliyê hunerî de bersiva wan êrişan bidin.”
Her wiha Feqê wiha domand: “Me xwest di vê pêvajoyê de li gorî nirxên xwe yên pîroz bersivê bidin.”