“Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li ber xwe bidin”

Ciwanên Dêrazorê diyar kir ku ew ê li ber xwe bidin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Malik El Mihemed tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk armanc dike ku vîna Rêber Abdullah Ocalan û gelên azadîxwaz bişkîne.”

El Mihemed da zanîn dewleta Tirk hewl dide ku bi rêya siyasetên xwe civakê parçe bike.

Rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger Elî El Hesen jî dibêje :

Fikrê Rêber Abdullah Ocalan di mêjiyê me de ye û dê bixebitin ku vê fikrê pêk bînin ..

El Hesen bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabin ..

Back to top button