Endamên qebîleya El Cibûr banga destekdayîna Însyatîfa Rêveberiya Xweser kir.
Endamê Meclisa Qebîleya El Cibûr a li herêma Cizîrê Îbrahîm Sultan dibêje :
Însyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo tevahî gelê Sûriyeyê çareseriyeke erênî ye..
Ev Însyatîf dikeve xizmeta gelê Sûriyeyê û dê dawî li aloziyê bîne.”
Sultan bang li eşîr û qebîleyên Ereb û Kurdan kir ku destekê bidin vê Însyatîfê ye ..
Berdevkê Meclisa Qebîleya El Cibûr Hemze El Axa jî got:
Însyatîf dikeve xizmeta tevahî gelê Sûriyeyê..
Ji bo derbaskirina hemû astengiyên li pêşiya welatiyên Sûriyeyê gavek e.”
El Axa bang li hemû aliyên Sûriyeyê kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û piştgiriyê bidin vê Însyatîfê..