Bennett: Di hilbijartina bê de ezê nebim namzet

Li Îsraîlê aloziya siyasî rêya çûyîna ser sindoqan, careke din xuya dike.

Ji ber ku hikumeta koalîsyonê di demekî qasî salekê de hilweşiya.

Serokwezîrê hikumetê Bennett diyar kir ku ew ê di hilbijartinên pêş de nebe namzet.

Parlamentoya Îsraîlê xwe betal kir û hilbijartina pêşwext 1’ê Mijdarê tê lidarxistin.

Li pêşiya Îsraîliyan carke din hilbijartina pêşwext xwiya kir.

Berdevkê, Serokwezîrê hikumetê diyar kir ku Bennett ji endamên Partiya Yamîna ya ku serokatiya wê dike re gotiye, ew ê di hilbijartinên bê de nebe namzet.

Bennett got,

“Weke Serokwezîr, min hewl da ku bala hemû welatiyan bigirim bila dengên xwe bidin kê.”

Lê Bennett bi awayekî eşkere ji raya giştî re eşkere nekiriye ku ew ê di hilbijartinên pêş de nebe namzet.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Bennett di hikûmeta demkî ya ku wê bi serokatiya hevkarê wî yê koalîsyonê Yaîr Lapîd ku niha Wezîrê Karê Derva ye, erka xwe ya cîgirê serokwezîr bidomîne.

Serokwezîr Naftali Bennett û Wezîrê Karên Derve Yair Lapid 20’ê Hezîranê biryar dan ku bi betalkirina Meclîsê re hilbijartinên pêşwext pêk bînin.

Li Îsraîlê 1’ê Mijdarê hilbijartina pêşwext pêk tê

Parlamentoya Îsraîlê Knesset, piştî biryara fesihkirina hikûmetê biryar da ku di 1’ê Mijdarê de, hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Knesset jî piştî diyarkirina roja hilbijartina pêşwext bi dengdanê xwe betal kir.

Wezîrê Karê Derve yê niha yê Îsraîlê Yair Lapid sibe piştî nivê şevê wê bibe serokwezîr.

Lapid wê bibe serokwezîrê 14’emîn ê Îsraîlê.

Bi hilbijartina pêk bê re, wê bibe ku di nava 4 salan de hilbijartina 5’emîne tê lidarxistin.

Back to top button