NY rapora derbarê sûcên dewleta Tirk de eşkere kir

Dewleta Tirk ku bi rengekî hovane êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike, di van êrîşan de hemû rengên çekan bi kar tîne.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kiryarên wê yên li herêmên dagirkirî di çarçoveya sûcên şer de ne.
NY bang li welatan kir ku welatiyên xwe ji kampa Holê bigirin.

Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora Sûriyeyê ya ku xwe dispêre lêpirsînên li herêmê û serdema 1’ê Çileyê – 30’ê Hezîrana 2022’yan, eşkere kir.

Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro û edamên komîsyonê Hann Magally û Lznn Welcham civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro der barê raporê de nirxandin kir û got;

“Sûriye nikare şerekî berfirehtir hilgire, lê dibe ku welat ber bi vê rewşê ve biçe.”

Paulo Pinheiro diyar kir li Sûriyê binpêkirinên mafên mirovan û alozî zêdetir bûye û bal kişand ser gef û êrişên ku Tirkiye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

NY: Li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê sûcên şer tên kirin

Di raporê de tê gotin ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê sûcê şer têne kirin û wiha tê gotin:

“Sivîlên tên îdîakirin têkiliya wan bi hêzên Kurd û Rêveberiya Xweser re hene, bi awayekî kêfî tên binçavkirin, îşkence li wan tê kirin û hinek jê piştî ku tên binçavkirin tên windakirin.

Aqûbeta hinek kesan jî nayê zanîn. Jinên tên binçavkirin û girtin jî êrişên zayendî li wan tê kirin.

Artêşa Tirk û çekdarên wê ji bo armancên xwe yên leşkerî milkên sivîlan bi kar tînin.

Ji 2020’î ve tê astengkirin ku şêniyên Kurd ên gundê Dawûdiyê yê herêma Serêkaniyê vegerin warên xwe, mala gelek kesên ji wan hate hilweşandin.

Artêşa Tirk milkiyeta taybet desteser dike. Ev jî tê wateya ku binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî.”

Di raporê de qala êrişa di 8’ê Çileya 2022’yan de ya li Kobanê ku kesekî jiyana xwe dest da û 12 jî birîndar bûn jî hate kirin.

Di raporê de qala êrişên ku Tirkiye bi dronên biçek dike jî hate kirin û hate gotin di van êrişan de kesên sivîl dibin hedef.

NY’yê diyar kir ev êriş di çarçoveya sûcê şer de ne.

NY careke din bang li welatan kir ku welatiyên xwe ji kampa Holê bigirin.

Back to top button