Dewleta Tirk ava stasyona Elok wek çekek bikartîne

​​​​​​​Ji 22’yê Tebaxê de dewleta dagirker av stasyona Elokê qut kiriye..
Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Newar Sebrî derbarê vê yekê axivî..
Newar diyar kir ku dewleta Tirk av li ser milyonek û nîv mirovî qut kiriye û avê wekî çekekî bi kar tîne.

Dewleta Tirk qutkirina avê li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî wek çekeke bikar tîne..

Vê siyaseta xwe li ber çavê herkesî dimeşîne.

Ji van binpêkirinan jî qutkirina ava Stasyona Elok, li ser şêniyên Hesekê ye.

Av ji ser milyonek û nîv şêniyên Hesekê hate birîn

Dewleta qirker jiyana nêzî milyon û nîv mirovên Hesekê û gundên wê xistiye xeteriyê.

Bê guman ev sûcên dewleta dagirker bi xwe re azar û zehmetiyên gelên heremê girntir kiriye.

Hevseroka Gerînendetiya Avê – Newar Sebrî

Têkildarî mijarê, Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Newar Sebrî nirxandin kir..

Newar Sebrî destnîşan kir ku ava stasyona Elokê ji 22’yê Tebaxa 2022’an de negihaştiye bajarê Hesekê û got :

Ji dema dewleta Tirk destê xwe daniye ser stas yona Elok av naghêje Hesekê..

Newar Sebrî ne cidiyeta Rûsyayê rexne kir û wiha got:

Demên dawiyê hin aliyên ga ra ntor destwerdan kirin da ku rê li ber sûcî bigirin.

Yek ji wan jî Rûsya bû.. Lê belê bê cidiyet nêzîk bû.

Li ser xebatên Gernînedetiyê ji bo sivikkirina azarên welatiyan Newar ev yek anî ziman:

Em hewl didin ku ava vexwarinê bi rêya komînan û bi riya sehrîcan avê li xelkê belav bikin..

Hejmara sehrîcên dikevin xizmeta gel de 70 sehrîce.

Hevseroka Gernînedetiya Avê ya kantona Hesekê Newer Sebrî dawiyê ev bang kir:

Divê rêxistinên mirovî alîkariya me bikin da ku em projeyeke alte r natîv çêbikin da ku av bighêje Hesekê.

Back to top button