10 dewlemendên cîhanê di dema pandemiyê de 2 qat dewlementir bûne

Di nava şert û mercên zehmet yên li cîhanê de, bêedaletiya heyî pir baş xuya dike.
Di rewşek herî kembax de jî hink ewlemend dibin, li ser perê ye xwe pereyan qezenc dikin. Di heman demê de rêjeya kesên hejar jî zêde dibe.
Rêxistina Oxfam ragihand ku heta 2030’an li cîhanê 3,3 milyar kes wê neçar bimênin ku rojane bi 5.50 dolarî debara jiyana xwe bikin.
Lê hemwextî vê di dema pandemiyê de, li cîhanê 10 dewlemendên sereke, 2 qat dewlementir bûne.

Raporek nû ya Oxfam destnîşan kir ku dewlemendiya li cihînaê ya 10 mirovên herî dewlemend ji destpêka pandemiyê ve ji 1.5 trîlyon dolarî derbas bûye.

Di raporê de her wiha hate gotin,

163 milyon mirov di serdema pandemiyê de ketine jêr asta hajariyê, lê yên herî dewlemend jî dewlemendtir bûne.

Oxfam rêxistineke xêrxwaziyek ku li dijî newekheviya li cîhanê têdikuşe.

Rêxistinê ragihand ku di navbera Adar 2020 û Cotmeha 2021’an de, dahata ji sedî 99 ê nifûsa cîhanê kêm bû.

Rêveberê şirketa Tesla Elon Musk û neh navên din ên herî dewlemend rojane 1,3 mîlyar dolar li ser pereyê xwe zêde kirine.

Oxfam pêşbînî dike ku heta sala 2030’an, 3 milyar û 300 milyon kes wê neçar bikin ku rojane divê bi 5,50 (5 dolar û 50 sentî) bijîn.

Rêxistinê balkişand lis er bêedaletiya li Cîhanê û wiha got:

Divê hukûmet bacên dewlemendiyê berhev bikin.

Oxfam dibêje 10 zilamên herî dewlemend ên cîhanê xwedî dewlemendiyek têra xwe ne ku tevahî cîhanê derzî bikin û çavkaniyê ji xebatên têkoşîna ji bo guherna avhewayê re peyda bikin.

Back to top button