Endama Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetweyî Laura Castel bang li Konseya Ewropayê kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan pêk bê û müzakere dest pê bikin û got: “Parlamenter dikarin der barê Rêber Ocalan de pirsan ji Konseya Ewropayê bikin û ji bo aştiyê daxwazê bikin.
Komplo û tecrîda li dijî Rêber Apo 25 salin dewam dike.
Li dijî dijhiqûqiya mezin û tecrîdê ji her derê cîhanê hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan banga pêkhatina hevdîtinekê dikin.
Ji 3 welatên cuda şandeyek bi navê ‘Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî’ di 11-12’ê Gulanê de li Stenbolê serdan pêk anîn.
Laura Castel: Armanc piştgirtiya ji bo pêvajoya aştiyê ye
Nûneriya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê û Cigira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê û herwiha Endama Komîteya Şopandinê Laura Castel derbarê xebatên xwe û tecrîda giran a li ser Rêber Apo de nirxandin kir.
Laura anî ziman wan rapora xwe di 17’ê Gulanê de li Reykjavîk a Îzlandayê di 4’emîn Zîrveya Konseya Ewropayê de pêşkêş kir û got:
Armanca me li Tirkiyê agahî kom kirin parvekirin bû.
Lê şert û mercên Tirkiyê gelek ne baş e.
“Tecrîd li Îmraliyê gihiştiye asta îşkenceyê”
Laura Castel bal dikşîne ser girtîgeha Îmraliyê û wiha dibêje:
“Tecrîda li ser Abdullah Ocalan mînaka wê tûne ye.
Desthilatdariya AKP’ê li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd di polîtîka şer de israr dike.
Li Tirkiyê 20 sale mafên mirovan û hiqûq tê binpê kirin.
Divê rayedarên Tirkiyê li gorî rêgezên gerdunî yên hiqûqê tevbigerin û dest ji polîtîka êşkence û tecrîdê berdin.
Em bang li Konseya Ewropayê dikin ku divê organîzmayên Konseya Ewropayê di vê mijarê de rewşa Rêber Apo bipirsin û daxwaza avakirina aştiya civakî bikin.”
Besê Erzîncan: Armanc ji komployê têkbirina hêviyên azadiyê yên jin û gelan bû