Kolombiya 2220 kîlometre sînorê xwe yê bi Venezuelayê re vekir

Sînorê Kolombiya û Venezuela ku nêzî 14 meh in ji ber liv û tevgera koçberan û şewba Covid-19 girtî bû.
Herî dawî Kolombiyayê ragihand ku sînorê ji 2220 kîlometreyî yê bi Venezuelayê re hatiye vekirin.

Wezareta Karên Hundir a Kolombiyayê doh ragihand ku sînor hatiye vekirin û destûr ji derbasbûnê re hatiye dayin.

Ji bo derbasbûnê demek nehatiye destnîşankirin, lê belê hate ragihandin ku ji ber şewbê pêkanîna ewlehiya bîo di meriyetê de ye.

Kolombiyayê Gulana sala derbasbûyî sînorên xwe yên bi Brezîlya, Ekvator, Perû û Panamayê girtibû.

Kolombiyayê ku 19’ê Gulanê sînorê xwe yê bi her çar welatan re vekir, doh jî sînorê xwe yê bi Venezuelayê re vekir.

Nêzî 1.7 milyon Venezuelayî li Kolombiyayê dimînin.

Piştî ku Serokdewletê Kolombiyayê Ivan Duque ragihand ku dikarin mafê mayinê yê 10 salan bidin koçberan, tê payin ku hejmara koçberan zêde bibe.

Back to top button