Xerîb Hiso: Xuya ye li dijî tevgera azadiyê planek hatye amadekirin

​​​​​​Piştî hevdîtina dawî ya Neçîrvan Barzanî bi Erdogan re, PDK’ê hêzeke mezin şand qada gerîla ya Heftanînê.
Der barê vê tevgerê de, Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso dibêje:
Xuya ye li dijî Tevgera Azadiyê planek hatiye amadekirin.
Xerîb Hiso bang li gelê Kurd kir ku asta berxwedanê bilind bikin û li derdora gerîla kom bibin.

Piştî hevdîtina dawî ya serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan re PDK’ê hêzeke mezin şand herêma Heftanînê.

Ev yek jî hevkariya herdu aliyan a di şerê li dijî gerîla de, dide nîşandan.

Li dijî vê tevgerê Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso ji ajansa Hawarê re axivî.

Xerîb Hiso diyar kir ku hevdîtina Neçîrvan Barzanî bi rayedarên Tirkiyê re dide xuyakirin ku li dijî Tevgera Azadiyê planeke nû heye.

Xerîb Hiso: Dewleta Tirk dixwaze valatiya şerê Ûkraynayê bi kar bîne

Xerîb Hiso da zanîn ku cîhan niha bi şerê Ûkraynayê ve mijûl e û dewleta Tirk vê rewşa siyasî bi kar bîne û bi alîkariya PDK’ê dixwaze şerê qirkirinê li dijî vîna gelê kurd bimeşîne.

Xerîb Hiso got:

“Diviyabû PDK di vê Cejna Netewî Newrozê de ev yek nekiriba.

Ev gav hêvî û îradeya gelê me ya ji bo yekîtiya netewî lewaz dike.

Em vê yekê weke sûc û rewabûna ji dagirkirina dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê re digrin dest.

Her wiha binpêkirina îrade û destkeftiyên dîrokî yên gelê Kurd bi giştî ye.”

Xerîb Hiso: Eşkere bûye PDK li dijî yekîtiya gelê Kurd e

Xerîb Hiso bal kişand li ser têkiliya dîrokî ya di navbera dewleta Tirk û PDK`ê de û ev tişt anî ziman:

“Eşkere bûye ku PDK yekitiya refa Kurdî asteng dike û wê rûbirûyî hilweşandinê dihêle.

Bi vê jî gunehên dîrokî pêk tîne.”

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso tekez kir divê hesab ji vê partiya ku bazirganiyê bi doza niştîmanî ya Kuridstanî li gel dewleta Tirk dike, were xwestin.

Û dawiyê jî bang li partiyên siyasî, hêzên niştîmanî û rêxistinên civaka sivîl kir ku li hember siyasetên dijberî îradeya wan bisekinin û li derdora gerîla kom bibin.

Back to top button