Li Nîjerya, ji bo 136 xwendekarên hatine revandin çete fidye dixwazin

Li Nîjerya, bûyerên revandina xwendekaran û xwestina fîdeyayan zêde ye.
Dewlet jî li hemberî sûcan bê denge.
Eşkere bû ku jimara xwendekarên hatine revandin 136’in.

30 Gulanê hikumeta Nîjeryayê ragihand ku nêzî 200 xwendekar ji dibistana Salihu Tanko ya li herêma Tagînayê, hatine revandin.

Piştî lêpirsîna bi malbatan re eşker bû ku jimara xwendekarên revandî 136’in.

Berpirsê dibistana Salihu Tanko, Ebû Bekir El-Hisên anî ziman ku komên çekdar îdia dikin ku 156 xwendekar revandine.

Di berdêla serbestberdana xwendekaran de, çeteyan weke fîdye 110 milyon naîras pereyê Nîjerî, xwestine.

Ger pere neyên dayîn, gefa kuştinê xwarine.

Ebo Bekir El-Hisên diyar kir ku ji rewşa heyî hikumet agahdare, lê hikûmetê ragihandiye ku wê di berdêla berdana xwendekaran de fîdye nede.

Di êrîşa li ser dibistana Salihu Tanko de, kesek hatbû kuştin.

11 xwendekar jî ji ber biçûkbûna temen û zehmetiya meşê, serbest hatbûn berdan.

Serokdewletê Nîjeryayê Mihemed Buharî daxwaza tavilê serbest berdana xwendekarên revandî kir.

Ji Kanûna 2020’î û vir ve zêdeyî 730 zarok li welat ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.

Back to top button