Efxanên ku birçî mane lebetên laşê xwe difiroşin

Ji bo debara jiyana malbata xwe, lebetên laşê xwe difiroşin. Bi gotinek din, ji bo têrbûna zigê xwe, lebetên di hindirê laşê xwe de difiroşin. Ev rewşa niha li Efxanistanê ye. Hejarî û bêçaretiya li welat, pir dijwar bûye. Em rewşa li welat ji devê Efxanan hîn bibin.

Birçîbûn û hejariya li welat ji her demê dijwartir bûye.

Welatiyên Efxan piştî desthilatdariya Talîbanê û krîza aborî ya li welat, dest bi frotina lebetên laşê xwe kirine.

Kesên ku lebetên xwe firotine jî qala serpêhatiya xwe dikin.

Pisporê neqla gurçikan û urolog Nasir Ehmed ji ajansa nûçeyan a AP’ê re axivî û diyar kir ku wî di salekê de 85 emeliyatên neqla gurçikê kiriye.

Wî got, li gorî lihevkirina di navbera wergir û bexşkar de, neqla organan bi 6 heta 8 hezar dolaran tê kirin.

Ehmed diyar kir ku gelek kesên ji herêmên feqîr serî li vê rêyê didin.

Dibe ku li çareseriyeke demkî digerin, lê ziyana ku digihêje laşê wan piştî demekê nû pê dihesin.

Gulam Hezrat ê (40) jî di vê rêya biêş û metirsîdar de meşiya.

Ji bo debara jiyana malbata xwe ya li bajarokê Xohsan a li parêzgeha Heratê gurçika xwe bi 2 hezar û 300 dolarî firot.

Hezrat di dema hewildana xwe ya derbasbûna îranê de, beşek ji vî pereyê wergirtî ji bo wê kar anî.

Lê ew ji bi encam nebû.

Hezretê ku dema vegeriya Efxanîstanê ji bo debara malbata xwe, xwe neçar dibîne ku gurçika xwe bifiroşe.

“Min nikarîbû derkevim derve û parsekiyê bikim, min biryar da ku herim nexweşxaneyê û gurçika xwe bifiroşim.

Qet nebe ez ê heta demekê zarokên xwe têr bikim.”

Hezretê ku bijîjk ji wî dixwazin ku piştî neqlê salekê bêhna xwe bide û ji karên giran dûr bixe, niha dema pereyê wî qediya nizane wê heta kengî guh bide van pêşniyaran.

Neteweyên Yekbûyî (NY) vê hefteyê ji bo Efxanistana ku krîza mirovahî lê zêde ye kampanyayek alîkariyê ya 4,4 mîlyar dolarî da destpêkirin.

Lê, her kes piştrast e ku ev kampanya jî dê êşên gelê Efxgan bi dawî neke.

Gundiyê Efxanistanê Mîr Ehmed xemgîniya xwe wiha anî ziman:

“Piraniya xelkê bi bihaneya canê xwe welatê xwe terk dikin.

Hinek jî diçin li karekî digerin û dema ku ev kes nikaribin biçin welatên din, vedigerin malên xwe û neçar in pereyên ku deyn kirine ji bo lêçûnên rêwîtiyê bidin.

Ji bo vê yekê mal û gurçikên xwe difiroşin, hin kes jî biryar didin ku zarokên xwe bifiroşin.”

Back to top button