Sala 2022’an bikin sala xurtkirina xwişk û biratî û yekîtiya gelên herêmê

Koordînasyona Kongra Star Sala nû li gelên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku ev sal bibe sala ewlehî, aştî û azadiyê.

Koordînasyona Kongra Sta sala nû li xiristiyan û tevahî gel pîroz kir.

Kongra Star tekez kir ku xiristyan yek ji pêkhateyên resen ên herêmê ne û nimûneya hevjiyana aştiyane û biratiya gelan in.

Koordînasyona Kongra Star di peyama pîrozbahiyê de bang li hemû gel kir ku girîngiyê bidin dilnizmiya olî.

Û ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî û biratiya gelan hewldanan bikin, da ku ev cejn bibe cejna xurtkirina biratî û hezkirinê di navbera hemû gelên herêmê de.

Back to top button