Piştî fermana Soylû êrişên li ser Kurdan û nûnerên wan zêde bûn

Piştî ku Wezîrê Karê Hûndir ê Tirk Suleyman Soylû ferman da hêzên dewletê, zext û binçavkirinên li dijî endam û rêveberên HDP’ê zêde bûn.

Operasyonên qirkirina sîyasî ên li dijî Kurdan, li Bakûrê welat bê navber didomin.

Bi hedef nişandana Suleyman Soylû re, operasyonên li dijî Kurdan zêde bûn.

Piştî fermana Soylû, di 17 û 19 Kanûnê de li navenda Şirnex, Silopî û Cizîrê herî kêm 33 kes hatibûn binçavkirin.

Ji nav 34 kesan 20 kes hatin girtin

Piştî ku kesên binçavkirî birin dadgehê, ji 34 kesan 20 kes hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Di nav kesên girtî de yek ji rêvebira HDP’ê a bajêr Zozan Aksu jî hebû.

Zozan Aksû piştî ku îfadeya xwe da, ew jî hat girtin û bi vî awayî hijmara kesên hatin girtin gîhişte 20’an.

Back to top button