Îro welatiyên Til Temirê beşdarî çalakiya Sêmalka bûn

Çalakiya dayîk û malabatên şehîdan li Sêmalka ya bi armanca wergirtina cenazyên zarokên xwe ên bi destê hêzên PDK’ê li Xelîfanê hatin şehîdkirin, di roja 80 de dewam dike. Welatiyên Til Temir îro beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan diyar kir heta cenazeyên şehîdan neyê radestkirin ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalka bi piştgiriya gelên herêmê 80 roj li pey xwe hiştin.

Şêniyên Til Temirê îro berê xwe dane Sêmalka û piştgiriya çalakiyê kir.

Çalakgeran îşaret bi siyaseta PDK’ê ya dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û tekez kir ew ê têkoşîna xwe dijî siyaseta PDK’ê ya dorpêçkirina herêmê dewam bikin.

Çalakgeran ji raydarên PDK’ê daxwaz kir cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin û tekez kir heta ew cenazeyên şehîdan wernegrin ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

Back to top button