Zozan Çewlig: Em bi bîryardariya têkbirina dijmin dest bi sala 2022’an dikin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig da zanîn ku ew bi biryardariya têkbirina dijmin dest bi sala 2022’an dikin.. Zozan Çewlig diyar kir sala 2021’ê gerîlatiya modernîteya demokratîk hate ceribandin û got, “Di pratîka îsal de jî me bi rengekî şênber encamên mezin bi dest xistin.”

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig ji ANF’ê re berxwedana gerîla ya sala 2021’ê nirxand.

Fermandara YJA Starê Zozan Çewlig diyar kir, ku sala 2021’ê gerîlatiya modernîteya demokratîk hatiye ceribandin, hêlên xwe yên qels hatine tespîtkirin, hêlên xurt jî hatine kûrkirin.

Zozan Çewlig îşaret bi karaktera serdemê kir û ev nirxandin kir:

Gerîlatiya me ya serdema nû ne gerîlatiyeke ku tenê li ser bingeha parastinê ye.

Bi taybetî gerîlatiya modernîteya demokratîk di pratîka sala 2021’ê de hat ceribandin.

Rêbaza tîm hîn bi xurtî hate bicihanîn.

Her wiha şerê tunelan di dîroka me ya şer de tiştekî nû ye.

Tevî ku amadekariyeke bi têrkerî nehatibû kirin û tecrûbeyeke me ya di vê rêbaza şer de tune bû jî dijmin bêçare hişt.
Em dikarin 2021’ê weke saleke ku hêviya serketinê ya gerîlatiya modernîteya demokratîk xurt bûye, binirxînin.

Zozan Çewlig der barê têkoşîna salê ya gerîlayên YJA Starê jî wiha got:

Gerîlayên YJA Starê xwedî mîrateyeke xurt a azadiyê û nirxên esîl ên hêja ne.

Gerîlayên me li Zagrosan, li quntarê çiyayê Cîlo, li ser serê Cûdî, li çiyayên Dersimê, li Tendurekê, Botanê, Amedê, Metînayê, Heftanînê, Xakurkê, Geverê, Garzanê û Mêrdînê çeper parastin.

Bi pratîka xwe nîşan dan ku bi xeta jiyana azad dilsoz in.

Sala 2021’ê di heman demê de ji bo me di şerê gel ê şoreşgerî de bû saleke welê ku gerîlatiya jinê ya azad hîn bêhtir şênber bû.

Rastiyeke ku ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin ku di sala 2021’ê de hêzên me bi rengekî mezin li ber xwe dan.

Lê belê vê berxwedanê, metirsiya li ser Rêbertî û Tevgera me bi temamî beralî nekiriye.

Ji bo sala 2022’an jî Zozan Çewlig erk û berpirsyariyên demê bi bîr xistin:

Şerê gel ê şoreşgerî ne şerekî welê ye ku tenê ji aliyê gerîla ve bê meşandin.

Beriya her tiştî rewşa Rêberê me hînê cidî ye.

Di çarçorveya azadiya Rêberê me de pêkanîna çalakiyan wezîfeya sereke ya pêvajoyê ye.

Divê wezîfeyên me yên sala 2021’ê nîvco man bêne temamkirin û em berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Di serî de faşîzma AKP-MHP’ê divê em hêzên mêtinger faşîst hemûyan bi rengekî dîrokî têk bibin.

Back to top button