HRW: Divê Olîmpiyadên Pekînê di asta dîplomatîk de bên boykotkirin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) rapora xwe ya salane eşkere kir. Di raporê de balê dikişîne li ser zextên Çîn li herêmên Sîncan yê Uyguran dike û got: Dixwazin zilmê bi sporê sergirtî bikin. Ji ber vê yekê jî banga boykotkirina leyîstinên Olîmpiyadê kir. Ji bo DYA, Fransa û Almanya jî bertek hebûn.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) rapora xwe ya salane ya mafên mirovan îro weşand.

Rêxistinê di raporê de balkîşand gefên li ser pêkhateyên demokratîk li seranserê cîhanê.

Beriya weşandina raporê Rêveberê Giştî yê rêxistinê Kenneth Roth ji ajansa AFP re axivî.

Kenneth Roth diyar kir ku Çîn ji bo hovîtiya xwe ya di qada navnetewî de veşêre leyîstinên Olîmpiyadên zivistanê rêxistin kiriye û banga boykota dîplomatîk a van olîmpiyadan kir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îngilîstan û Kanadayê ragihandin ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Ûygûr ên li herêma Sîncanê ya Çînê biryara boykotê dabûn.

Olîmpyad wê 4’ê Sibatê despê bikin.

Roth her wiha ji welatên din xwest ku ji şandina rayedarên xwe yên bilind ji Olîmpiyadê dûr bisekinin.

Rêveberê Giştî yê rêxistinê anî ziman ku ew bi vê rêbazê dikarin balê bikişînin ser zextên Çînê yên “çewisanina girseyî” li welat.

Her wiha destwerdana li Hong Kongê jî yek ji xalên din yên weke sedema nîşandana boykotê bû.

HRW: Biden di mijara mafê mirovan de dengê xwe winda dike

Roth di raporê de îşaret bi hatina ser deshildariya Serokê DYA Joe Biden kir û ev tişt anî ziman:

Sozên Biden yên ji bo “mafên mirovan bixe navenda siyaseta derve” hebû.

Lê bi domdarî çekan difiroşe Misir, Erebîstana Siûdî, Îmarat û Îsraîl.

Navê serokê Fransa Emmanuel Macron û serokwezîra berê ya Almanya Angela Merkel e jî hate dayîn û hate gotin,

“Rêberên din ên Rojava di parastina demokrasiyê de heman qelsiyê nîşan didin.”

HRW: Almanya rewşa li herêmê şaş nirxand

Rêxistinê dema vekişîna hêzên Almanya ji Efxanistanê jî rexne kir û wiha bidawî kir:

dimenên dema vekişîna ji efxanistanê bidin

Almanya guh neda wê yekê ku parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û yên li wir dixebitin divê welatê xwe biterikînin berî ku leşker vekişin.

Rayedarên hikûmetê hev sûcdar dikin, rewşa herêmê şaş dinirxînin û jiyana gelek Efxanan xistine xeteriyê.

Li gorî daneyên dawî 20 hezar Efxan hê jî li benda çûyîna Almanyayê ne.

Back to top button