Banga rawestandina çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de kirin

Meclisa Gundên Ereban ên li Şengalê bi daxuyaniyekê banga rawestandina çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de kir.

Hikûmeta Iraqê li ser sînorê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de dest bi lêkirina dîwarê bi beton kiriye.

Meclîsê diyar kir ku ev dîwar ji bo dorpêça Şengalê ye, ne ji bo ewlehiyê ye.

Serokê Meclisa Gundên Ereban Xideyêr Saleh daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi dostayiya di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê hate kirin û hate gotin:

“Her kes dizane dostaniyek me ya bi hêz li gel birayên me yên Rojava heye.

Di hemû tengaviyan de ew bi hawara Şengalê ve hatine.

Çêkirina vî dîwarî ne di berjewendiya gelên herêmê de ye.

Beriya niha Iraqê xwest ku navbera me û Êzidiyan jî sînor deyne, lê ev yek nehate qebûlkirin.

Em bi salane bi hev re ne û ti pirsgirêk dinavbera me de çênebûne û emê rê nedin çêbibe jî.”

Xideyêr Saleh di dawiyê de bang li hikûmeta Iraqê kir ku zûtirîn dem de karê çêkirina dîwar bide sekinandin û lîjneya parastina mafê mirovan jî mudaxaheyî vî karî bike û mafê me biparêze.”

Back to top button