Li bajarê Siweydayê alozî û liv û tevgera Rîcal El-Kerama heye

Li Siweydayê hêzên hikumeta Şamê endamekî şandeyeke olî ya ji Lubnanê binçav kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), diyar kir ku li bajarê Siweydayê alozî û liv û tevgera Rîcal El-Kerama heye.

SOHR ragihand ku hêzên hikumeta Şamê endamekî şandeyeke olî ya ji Lubnanê binçav kir.

Wekî bersiva vê yekê Tevgera Rîcal El-Kerama dewriyeke hêzên hikumeta Şamê li çerxerêya Cerayê qewitand.

Li parêzgehê liv û tevgera Rîcal El-Kerama heye.

Şandeya olî ya ji Lubnanê ji bo sersaxiyê ji malbata şêxekî mezheba Dirzî re serdana Siweydayê kir.

Back to top button