Li Şehbayê salvegera damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê hat pîrozkirin

Bi bonehya salvegera 4’an a damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê şahiyek li hola Mîtan a kantona Şehbayê hat lidarixstin.

Bi boneya salvegera 4’an a damezrandinê ku dikeve 27’ê Adarê, Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehba şahiyek li hola Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar xist.

Bi dehan endamên sazî, nûnerên partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên herêmê beşdarî şahiyê bûn.

Dişahiyê de Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehba Mihemed Beyrem geşedanên siyasî yên li Sûriyê û cîhanê bi giştî nirxand.

Mihemed Beyrem îşaret bi sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî Efrîna dagirkirî, siyasetên guhartina demografîk, qetilkirin, dizîn, wêrankirin û hilweşandina şûnwaran, kir.

Di dawiyê de Beyrem got, yekane çareseriya bidawîkirina krîza Sûriyê yekitiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ye.

Piştî axaftinê, helbest hatin xwendin.

Her wiha sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef di nava partiyê de hate pêşandan.

Piştre endamên partiya stranên bi zimanên erebî û kurdî gotin û govend hat gerandin.

Back to top button