Ji ber barana zêde û lehiyê, li Brazîlyayê 14 kesan jiyana xwe ji dest da, di nav de 8 zarok in.
Heta niha 5 kes jî winda ne.
Li wîlayeta Rio De Janiro ya Brazîlyayê, barana zêde bû sedema çêbûna lehiyê.
Ji ber lehiyê li gelek deveran di erdê de şemitîn çêbû û ziyanên canî derketin.
Li bajarê Paratî yê geştiyariyê jinekê û 6 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da.
Serokê Brezîlyayê Jaier Bolsonaro li ser hesabê xwe yê facebookê ragihand ” Hikumetê balafirên leşkerî ji bo rizgarkirina mirovan şandin wîlayeta Rio De Janiro.”
Li vê wîlayetê zêdeyî 17 milyonkes dijîn.