Zîlan Vejîn: Em ê 4’ê Nîsanê bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo diyar kir ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê hebûna xwe di hebûna Rêber Apo de dibîne.
Zîlan Vejîn dibêje:
“PJAK 18 sal in li ser xeta neteweyî û Apoyî têdikoşe.
Em ê 4’ê Nîsanê bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser rojbûna Rêber Apo û salvegera 19’an a damezrandina PJAK’ê ji ajansa Firatê re axivî.

Zîlan Vejîn anî ziman ku ew roja jidayîkbûna Rêber Apo ne tenê weke jidayikbûna kesekî, lê belê weke jidayîkbûna civakekê digirin dest.

Zîlan salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye ku dikeve sala xwe ya 19’an jî li tevayî gelê xwe û girtiyên ku di girtîgehan de liberxwe didin û têdikoşin pîroz kir.

Zîlan Vejîn: Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hebûna xwe di hebûna rêbertî de dît

Hevseroka PJAK’ê dibêje: “Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hebûna xwe di hebûna Rêbertî de dît.”

Zîlan Vejîn: Têkoşîna me têkoşîna jin û ciwanan e

Dawiya axaftina xwe Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn bang li gel kir ku bi ruhê Newrozê, 4’ê Nîsanê jî pêşwazî û pîroz bikin.

Back to top button