Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs: Em ê li dijî vê neheqiyê her têbikoşin

Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamûs têkildarî rûniştina doza PKK ya li Konseya Ewropayê nirxandin kir.
Ehmed Karramûs dibêje:
“Ji ber berjewendiyên dewletên Ewropayê yên bi dewleta Tirk re, PKK di nav lîsteya terorê de ye.
Li dijî vê bêmafiyê em her têbikoşin.”

31’ê Adarê li Dîwana Edaletê ya Ewropayê, rûniştina doza ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ pêk hat.

Der barê mijarê de û derxistina PKK ji lîsteya terorê, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs, ji ajansa Hawarê re axivî.

Ehmed Karamûs, anî ziman Konseya Ewropayê dixwaze navê PKK di`lîsteya terorê` de bimîne û ev got:

“Ev biryareke siyasî ye û li gorî berjewendiyên dewletên hevkarên Tirkiyê ye.

Biryara dadgehê yan heftêyên pêş yan jî meha pêş wê eşkere bibe.”

Dewama nirxandina xwe Ehmed Karamûs ev anî ziman:

“Şandeya ku PKK di Dîwana Edaletê ya Ewropayê de temsîl dike, bi belge û şîroveyan da nîşan dan ku armanca Tevgera Azadixwaz ew e ku pirsgirêka Kurd bi awayekî siyasî, hiqûqî bê çareserkirin.

Lê mixabin dewleta Tirk dixwaze vê pêvajoyê berovajî bike ku wekî ku ew li hember rêxistinek terorîst şer dike nîşan bide.

Begûuman Dewletên ku berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re hene piştigiriyê didin vê helwestê.”

Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamûs diyar kir ku dadgeh jî gihîştiya wê nerînê ku belge û idîayên ku dewleta Tirk pêşkêşî Konseya Ewropayê ne têrker in.

Dawiyê Ehmed Karamûs tekez kir mayîna PKK heta niha di lîsteya terorê de bêmafiyeke mezin li dijî gele Kurd e û piştrast kir ew ê her û her li hember vê neheqiyê derkevin.

Back to top button