Ji ber biryarên hikumeta Tirkiyê, vîrûs li tevahî welêt belav bûyê

Serokomar Erdogan bi bijarteya dewlemendkirina alîgirên xwe metirsiya li ser gelên Tirkiyê zêde kiriye. Ji ber biryarên hikumetê, vîrûsa Corona li 81 bajarên Tirkiyê belav bû. Her çiqasî hikumet hewil dide vîrûsê weke di jêr kontrola xwe de nîşan bide jî, lê daneyên tên vê yekê vale derdixin. Li navçeyên Mêrdînê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin.

 

“Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike”

Serokê Şaxa Jimara 2’an a Saglik-Senê ya Îzmîrê Ekrem Ozdemîr daxuyaniyek nivîskî belav kir û bal kişand ser cudakariya navbera xebatkarên tenduristiyê.

Ozdemîr diyar kir ku razandina zêdetir a sermayeya veberhênanê ya di saziyên tenduristiyê ku li dijî coronayê têdikoşin û ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve pêk hatiye rê li ber mexdûriytê vekiriye.

Çavdêriya li 2 gundên Mêrdînê hatin dirêjkirin

Kerentînaya li Gundê Endewl û Heramiyê yên Navçeya Dêrik a Mêrdînê hefteyek din dirêj kirin.

Eskerên ku di ketin û derketina gundan de nokteyên kontrolê ava kirine destûr nadin ku kes ji derve biçe gund û ji gund derkevin derve.

Li Gundan heta niha 15 kes bi şika vîrûs bi wan re heye di bin çavdêriyê de ne.

Feleknas Ûca rewşa rêber Ocalan xist rojeva meclisê

Parlamentera Êlihê Feleknas Ûca ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Berpirsiyar e derbarê rewşa Rêber Ocalan ku agahî nadin parêzerên wî û bersiv nadin daxwaza hevdîtina telefonê, bir rojeva Meclîsê.

Ûca bi pêşniyazpirsek têkildarî rewşa tenduristiya Ocalan û pirsa çima têkildarî rewşa tenduristiya Ocalan agahiyên pêwîst nadin malbat û parêzerên wî pêşkêşî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir.

Ûca xwest wezîr Gul di vê pêvajoya vîrûsê de derbarê rewşa Ocalan de agahî bide parêzeran.

Back to top button