Malbat û hevalên şehîd Argêş Hesekê, cenazeyê wî li goristana şehîd Dijwar oxir kirin.
Şehîd Hesen Ehmed Ebid El-Mustefa bi nasnav Argêş Hesekê di Berxwedana Rûmetê li navçeya Zirganê şehîd bû.
Malbat û hevalên şehîd di nava tedbîrên li dijî vîrûsa Corona de, cenazeyê şehîd ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û berê xwe dan Goristana şehîd Dijwar li gundê Dawudiyê yê Hesekê.
Li goristanê, bi navê hêzên leşkerî Ciwan Til Temir axivî û ji malbat şehîd re sersaxî xwest.
Ciwan Til Temir dest nîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina projeya demokratîk a pêkhateyên herêmê ye.
Dawiyê cenazeyê şehîd Argêş di nava dirûşmeyan de hat veşartin.