LEYLA GUVEN 175 ROJ IN DI GREVÊ DE LI BER XWE DIDE

Li dijî tecrîdê her ku diçe berxwedan û têkoşîn mezin dibe. Berxwedana Leyla Guven di roja 175 de bi biryar dewam dike. Tevî çalakiya Guven, çalakiya 15 girtiyên ku duh li girtîgehê dest bi Rojiya Mirinê kirin kete roja xwe ya 2’yemîn de.Li gorî hin agahiyan 3 jinên ku di grevê de bû sewqî Girtîgeha Girtî Tîpa D a Amedê hatin kirin.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Leyla Guven a ku li zindanê dest bi grevê kirî ev 175 roje di çalakiyê de ye.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku koma despêkê ji 16’ê Kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 137 roj in lidare.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî di roja xwe ya 61’an de ye.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
JI GIRTÎGEHA ALANYAYÊ, NIVÎSKAR OMER ÇAKIR: BIBIN DENG Û GUHÊN ME

http://mezopotamyaajansi12.com/kr/HEM-NCE/content/view/56047

Nivîskar Omer Çakir ku 62 roj in li Girtîgeha Alanyayê di greva birçîbûnê de ye, got:

“Bêdengî îxanet e.

Bibin deng û guhê me.”

Bavê wî Mehmet Çakir jî bang li Wezareta Dadê kir û got: “Bila zarokên me nemirin.”

Her wiha Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 2’an de ye.

Leave a Reply

Back to top button