Li Tirbespiyê Şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li cih û demên cuda şehîd bûne, hatin bîranîn.
Li navenda Ciwanên Şoreşger a Navçeya Tirbespiyê ji bo bîranîna Şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li cih û demên cûda şehîd bûne, merasîmek hat lidarxistin.
Merasîm bi beşdariya endamên Tevgera Ciwanan, saziyên civaka sivîl, şêniyên Tirbespiyê li dar ket.
Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan a li Tirbespiyê Hela El Cazî axivî û got:
“Di şexsê her sê şehîdan de, şehîd Vejîn Jiyan, Ozgur Ronî, Weed Elî Xelûf em hemû şehîdên Tevgera Azdiyê bi bîr tînin.
Em soza şopandina rêya wan didin ”
Hela di dewama axaftinên xwe diyar kir ku ew ê çeka şehîdan li erdê nehêlin û tola wan rakin.