Tevgerên Ekolojîparêz: Ji ber birîna daran talana xwezayê hatiye kirin

Tevgerên Ekolojîparêz rapora ku li ser birîna daran û şewata daristanên li herêmê amade kirin, belav kirin.

Birîna daran û şewata daristanan a li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Cilenimêja yên Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve hatiye destpêkirin, didome.

Li dijî vê ekolojîparêzan di 5’ê Tebaxê de hatin herêmê û rewşa herêmê ji nêz ve lêkolîn kirin.

Tevgerên ekolojiyê rapora ku der barê qirkirin û şewata herêmê de amade kirin bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin.

Di raporê de hate diyar kirin ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê şewata daristanan nehatiye vemirandin.

Her wiha ji ber birîna daran talana xwazayê hatiye jiyan kirin.

Tevgerê diyar kir ku divê xebatên çandinî û sewalkariyê li gorî polîtîkayên ewlehiyê neyên sînordarkirin.

Di vê çarçoveyê de divê gel û zindiyên din ji jîngeha xwe neyên qutkirin.

Piştî raporê nêrîn û pêşniyarên rêxistinên sivîl ên civakî ku beşdarî civînê bûne hatin girtin.

Back to top button