Gerîlayên YJA Starê li navçeya Şemzînanê a Colemêrgê çalakiyek li dijî dewleta Tirk a dagirker lidar xist. Di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li Şemzînanê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kir:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, gerîlayên YJA Starê 21’ê Nîsanê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê çalakiyek li dijî artêşa dagirker lidar xist.
Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û çekeke giran hate îmhakirin.