Rejîma Îranê li Xûzistanê înternet û elektirîk qut kir

Krîza aborî ya li Îranê, careke din gel daxistiye qadan. Xwepêşandanên li parzêgeha Zûzistanê li Îranê berbelav dibe. Çalakî êdî gihane nava Îran û rojhilatê Kurdistanê.

Rejîma Îranê ji bo rê li çalakiyan bigre, xetên înternet û elektirîkê qut kiriye. Heta niha di xwepêşandanan de nêzî deh kes mirine û zêdeyî 400 jî hatine binçavkirin. Birîndar jî bi tirsa ku wê werin girtin, naçin nexweşxaneyan.

Li Parêzgeha Xûzistanê, 15’ê Tîrmehê ji ber tunebûna avê, xwepêşandan hatibûn destpêkirin.

Xewpêşandarên ku li Ehwaz a navenda parêzgehê destpê kiribûn, doh di şeva 9’an de li parêzgeah Xûzistanê û çend bajarên parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê dewam kir.

Rejîma Îranê li bajarên Tehranê, Eburz, Îsfehan û Kirmaşanê hêzên leşkerî belav kirine û hewlda rê li pêşiya kombûna xelkê û xwepêşandanan bigire.

Tevî vê yekê jî li piraniya bajarên Xûzistanê xwepêşandan dewam bûn.

Bi taybet li bajarê Ehwaz, Susengird, Şangan û Mahşehir hêzên rejîmê bi tund mûdaxaleyî xwepêşanderan kirin.

Li gorî wan dîmenên ku ji ber qutbûna înternetê kêmparvebûyîn, hêzên leşkerî yên Îranê li ser xaniyan bi awayek rasterast xwepêşanderan gulebaran dikin.

Ji ber birîna înternetet û ceyranê heta niha nayê zanîn ka di encama êrişên hêzên Îranê de kuştî û birîndar hene yane.

Xamneyî: Eger girîngî bi pirsgirêkê xelkê bidaya ev rewş pêk nedihat

Duh Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî li ser mijarê axivî û got:

“Nikarin gazindan ji xelkê Xûzistanê bikin ku çima xwepêşandanê dikin?

Eger girîngî bi pirsgirêkên xelkê bidaya, ev rewş pêk nedihat.”

Cehangîr bi serokeşîrên Xûzistanê re civiya

Duh Cîgirê Serokomarê Îranê Îshaq Cehangîr serdana Xûzistanê kir û ji bo aramkirina rewşê li gel serokeşîrên vê parêzgehê civiya.

Lê ligorî zanyariyan, Cehangîr rû birûyî bertekên serokeşîran hatiye û civîn bê encam bû.

Nêzî 10 xwepêşandêr hatine kuştin û 400 jî hatine binçavkirin

Li gorî zanyariyan di nava 8 rojên xwepêşandanan de li parêzgeha Xûzistanê 400 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Herwiha li Xûzistan û Loristanê herî kêm 8 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bin.

Piraniya birîndaran ji ber tirsa ku wê werin binçavkirin, naçin nexweşxaneyê.

Back to top button