AKP’ê qeyûm teyînî 3’ê şaredariyên din kiirn

Qirkirina siyasî li Bakur Kurdistanê didome.
Vê sibehê Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Qelqelî, Bêgirî û Elbakê kir.

Wezareta Karê Navxweyî Hevşaredarên Qelqelî, Bêgirî û Elbakê ji kar avêtin û şûna wan qeyûm erkdar kirin.

Duh serê sibê polîsên AKP’ê bi ser mala hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç û Dîlan Orencî û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar de girtibû û wan binçav kirin.

Her pênc hevşaredar jî li Miduriyeta Polisan a Wanê hatin girtin.

Doh jî desthilatariya AKP-MHP’ê 70 endamên meclisên HDP’ê ji erk bi dûr xistin û li şûna wan qeyûm bi cih kirin.

Leave a Reply

Back to top button