“Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin”

Bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.
Şêniyên Dêrikê li dijî tecrîdê got: “Em ê xwedî li doza Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.”

Welatiya bi navê Xalîse Hacî ji ber bêhelwestiya wan rêxistinên hiqûqî, mirovî CPT′yê şermezar kir.

Xalîse diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Apo li dijî hemû pêkhateyan in.

Welatiyê bi navê Mihemed Şerîf Derwêş jî got:

“Divê em dakevin qadan û bang li komîteya mafên mirovan bikin ku bi erkên xwe rabin.”

Welatiyê bi navê Mehmûd Ehmed jî ferzkirina ′Cezayên dîsplînê’ şermezar kir .

Xane Ebdullah jî diyar kir ku ew dev ji têkoşîna li ser bingeha fikr û felsefeya Rêber Apo bernadin.

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Mahsûm Mihemed tecrîd şermezar kir û got:

“Bi fikr û felsefeya Rêber Apo me dest bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bilind bikin.”

Back to top button