Şêniyên Til Hemîsê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Şêniyên Til Hemîsê banga bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Apo kirin û soza domandina têkoşînê heya bi destxistina azadiya fîzîk ya Rêber Apo dan.

Şêniyê bi navê Ehmed El Xenam diyar kir ku gelê herêmê bi hevgirtina xwe li ser bingeha fikrê Rêber Abdullah Ocalan bûn yek.

El xenam wiha domand: “Piştî me fikr û felsefeya Rêbertî ji xwe re kir bingeh, me rêya neteweya demokratîk pejirand .

Şêniyê bi navê Mihemed El Ewad El Hedîd ê jî destnîşan kir ku fikrê Rêber Apo tevahî pêkhate kir yek, piştgiriya gelên bindest û azadîxwaz kir.

El Hedîd girêdayî tecrîda girankirî got:

“Destkeftiyên li herêmê hatin bi dest xistin bi saya felsefeya Rêbertî ye.

Ev yek kîna dewleta Tirk zêde dike ji ber wê tecrîdê lê ferz dike û giran dike. Ev siyaset, vîna me û îsrara Rêberê me naşikîne .”

Şêniyê bi navê Tariq El Hisên jî bang li rêxistin û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker fişarên li ser Rêber Abdullah Ocalan bigrin.

Şêniyên Qamişlo: Tecrîd li ser tevahî gelê Kurdistanê ye

Back to top button