Xelkê Girê Spî ferizkirina lîreyê Tirk û siyaseta birçîkirinê şermezar kir

Xelkê Girê Spî li dijî ferzkirina bikaranîna lîreyê Tirk, daket qadan û ev yek şermezar kir.

Çalakiya xelkê Girê Spî li pêşiya qaşo Meclisa Herêmê û Çerxerêya Şaredariyê pêk hat.

Di çalakiyê de siyaseta birçîkirinê û kiryarên qaşo serokê “Meclisa Herêmê” hat şermezarkirin.

Duh, qaşo meclisê biryarnameyek ragihand û tê de îşaret bi kirîna nan bi lîreyê Tirk kir.

Li herêmê, nirxê kîsê nan bi 200 lîreyê Sûrî bû, lê dagirkeriya Tirk nirxê nan bi lîreyê Tirk diyar kir ango niha her kîsek nan bi 400 lîreyê Sûrî ye.

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîreyê Tirk ferz dike û gelek pereyên kaxez û hesin daxistiye bazaran.

 

Back to top button