Ne tenê li dijî penaberên Sûrî, li dijî kurdan jî ev binpêkirin tim hene. Îro li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin, di nav wan de, yek ji rêvebrên HDP’ê Emîn Orhan û nûçegihanê ajansa Etkînê Erturk Yilmaz jî hene.
Polîsên Tirk Îro li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinê de, 7 kes hatin binçavkirin.
Ji kesên ku hatine binçavkirin jî, Endamê Desteya Rêveberiya Navendê a HDP’ê Emîn Orhan û nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkînê Erturk Yilmaz in.
Hat ragihandin kesên ku hatine binçavkirin birine Rêveberiya Ewlekarîyê ya Polîsan ya bajarê Izmîrê.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn.