25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif û Hevseroka MSDʹê Emîne Omer der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê axivîn û dan zanîn ku ew ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin”.

Desthilatdar cudabin jî lê tundî, binpêkirina mafê jin, kuştin, hedefgirtina jinên pêşeng hemanin.

Ji serî sala 2022’an ve li herêmên bakur û Rojhilatê Suriyê 9 jinên pêşeng û fermandar ku li dijî DAIŞ’ê şerkirin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîdxistin.

Di nava 10 mehên dawîn de li herêmên dagirkirî 9 jin hatin kuştin, 46 jin hatin revandin û gelek jin rastî destdirêjiyê, 20 zarok hatine kuştin, 62 zarok birîndar bûne û 20 jî hatine revandin.

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê 14 zarok şehîd ketine û 40 jî birîndar bûne.

Ji 19`ê Mijdarê ve dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike.

Li dijî van komkujiyan, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan ji cîhanê re bûne nimûne.

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif têkildarî rêbazên têkoşînê yên jinên li Bakur û Rojhilatê Suriyê axivî.

”Jin bi qirkirinê re rû bi rû dimînin”

Foza Yûsif diyar kir ku têkoşîna jinan li dijî tundiyê di 25’ê Mijdarê de sembolîze bûye lê belê her roj jin bi qirkirinê re rû bi rû dimînin.

”Di şoreşa Rojava de manîfestoya jinan bi pêş ket”

Foza bal kişand ser şoreşa jinan a Rojava û teyîsandina wê li cihanê.

Emîne Omer: Em ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin

Hevseroka MSDʹê Emîne Omer jî rola jinan di nava sîstema hikumeta Şamê de û rola wan a di projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser de nirxandin.

Emîne Omer diyar kir ku erkên şeklî yên ku di nava rejîma desthilatdar a hikumeta Şamê de ji jinên Sûriyê re hatine diyarkirin, jineke bêîrade û bêyî têkoşîn afirand.

Hevseroka MSDʹê behsa rewşa jinan a li herêmên Rêveberiya Xweser jî kir û wiha anî zinam:

Rêveberiya Xweser li ser bingehê azadiya jinan, wekhevî û edaleta di nava civakê de hatiye avakirin.

Derfet li pêşiya wê vekirîne ku bi îradeyek xurt tev li hemû qadan bibe û xwe di nava vê pergala demokratîk a ku wekheviya tam ji bo wan misoger dike, dibîne.

25’Ê MIJDARÊ-Li dijî Tundiya li ser Jinê

Back to top button