Dewleta Tirk li Rojava êrişî çavkaniyên jiyanê dike

Nerazîbûnên parlementer, rojnamevan û parêzvanên mafê mirovan li dijî êrişên dagirkeriya Tirk dewam dikin.
Di peyaman de tê gotin, dewleta Tirk eşkere li Rojava êrişî çavkaniyên jiyanê dike.
Lê cîhanê li hemberî vê bêdeng e.
Gelek ji wan helwesta Amerîka a li dijî êrişkariya Tirk weke durûtiyê binav dikin.

  • Frank Pallone-Endamê Kongresa Amerîkayê

Êrişa Erdogan li dijî Sûrî dewam dikin. Divê em rê nedin wî ku ji dayîna hesabê vê êrişkariyê bireve.

Bi zanebûn êrişî sivîlan dike. Jiyana leşkerên Amerîkî dixe nava meterisiyê.

Tenê bi banga êrişên Erdogan ranawestin.

Êdî dema wê hatiye ku Amerîka pêwendiyên xwe ên li gel Tirkiyê di ber çavan re derbas bike.

  • Soren Sondergaard-Endamê Konseya Ewrûpayê

Divê hemû hêzên demokratîk êrişa li dijî Rojava şermerzar bikin.

Ev tevgera dagirkeriyê tenê wê bihêle hêzên paşverû û îslamîstên tûndrew bi qewet bibin.

Encama êrişan wê kambax be

  • Susana Santina-Rojnamevan Almanya

Rusya, huqûqa navneteweyî binpêdike û şer birêve dibe.

Lê di heman demê de endama NATO Tirkiyê jî heman tiştî dike.

Li dijî Kurdan.

Mînakên wê ên berê hene. Êrişa li dijî Efrînê.

Û niha careke din êrişî Rojava dike.

Tevî vê binpêkirina berbiçav jî tişta Erdogan dike nayê dîtin.

  • Jarrod Morris-Birîndarê şer Amerîka

Li hemberê êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur-rojhilatê Sûrî, siyaseta Amerîka felç bûye.

Ev yek bi salane ji aliyê dost û dijminan ve tê dîtin.

Helwesta Amerîka, darbe li hêvî û bendewariyan da.

Amerîka di mijara peydakirina aramiyê li herêmê bê çare ye.

Amerîka nixwaze Tirkiyê weke berpirsiyarê vê aloziyê bibîne.

Back to top button