Şêx Baqî: Dijmin PDK’ê ji bo planên xwe bi kar tîne

Sekretêrê giştî yê P.D.K.S’ê Cemal Şêx Baqî PDK’ê hişiyar kir û jê re got, eger te îro bi deweleta Tirk xwe parast, dê piştre gelê Kurd te têk bibe. Rûspiyên eşîra Omeriya ya navçeya Dirbêsiyê jî bang li PDK’ê kir ku nekeve xefka dijmin û li dijî gerîla şer neke.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî, PDK’ê ji ber hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, bi tundî rexne kir û diyar kir ku eger PDK’ê xetereya heyî nebîne, dê dawiya wê were.

Şêx Baqî ev gotin ji PDK’ê re got:

“Tu nikarî hêzê ji dijmin bigirî, tu nikarî bi dijmin re bibî dost.

Dê dijmin te ji bo planên xwe bi awayekî demkî bi kar bîne.”

Gerîlayên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan dide.

PDK jî ji bo ku vê berxwedanê lewaz bike, artêşa Tirk ji têkçûnê rizgar bike li dijî gerîla ketiye nava liv û tevgerê û qadên wan dorpêç dike.

Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku heke PDK’ê bêje na ji dewleta Tirk a dagirker re, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê amade ye piştevaniya wê bike.

Şêx Baqî: Divê PDK’ê êrîşên dagirkeriya Tirk rewa neke

Her wiha da zanîn ku heke dewleta Tirk Tevgera azadiya Kurdistanê têk bir û tevgera Kurd ji hev bixe wê demê dewleta Tirk dê PDK’ê jî têk bibe, lewra bang li PDK’ê kir êrişên dewleta Tirk rewa neke.

Şêx Baqî bang li PDK’ê kir: Eger îro te bi dewleta Tirk xwe parast, dê piştr e gelê Kurd te têk bibe

Têkildarî şerê birakujî û navxweyî ya li Kurdistanê ku armanca wê ya sereke qirkirina Kurd e, Cemal Şêx Baqî bang li PDK’ê kir.

Rûspiyên eşîra Omeriyan: Divê PDK’ê nekeve xefka dagirkeriya Tirk û nebe hevkarê dijmin

Rûspiyên eşîra Omeriya ya navçeya Dirbêsiyê jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdan li hemberî Kurdan bide şerkirin, ev xeflek e, divê aliyên siyasî yên kurdî yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button