Li Stenbolê gelek endamên HDP’ê hatin binçavkirin

Li Istembol û Cizîrê polîsan vê sibê girtin ser malan û gelek rêveber û alîgirên HDP’ê binçavkirin.

Di çarçoveya lêpîrsina ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî destpêkirin de derbarê 12 kesan de biryara girtinê hat dayîn.

Di çarçoveya vê biryarê de serê vê sibehê li 8 navçeyên Stenbolê polîsan bi ser malên rêveberên HDP’ê de girtin.

Hevserokê HDP’ê ya navçeya Beyogluyê Mehmet Saît Bor jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan 5 kes binçavkirin

Li taxa Nurê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, jî bêyî sedem wer nîşandan polisan serê sibehê bi ser malan de girtin û 5 kes binçav kirin.

Ji bo doza girtina HDP’ê rapor ji nû ve hate erkdar kirin

Li aliyê din jî Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina HDP’ê de ji nû ve rapor erkdar kir

li gorî wê divê, rapora xwe ya têkildarî lêkolîna destpêkê biqedîne û pêşkêşî heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn bike.

Piştî vê jî wê heyet lêkolîna destpêkê li ser dozê bike û biryarê bide ku gilînameyê qebûl bike yan na.

Back to top button