Keştiya balefiên şer a Fransa berê xwe daye rojhilatê Derya Spî

Keştiya balafiran a Fransa “Charles-de-Gaûll” di çarçovea têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li Iraq û Sûriyê de vedigere Derya Spî.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê artêşa Fransayê ve hate dayîn, keştiya balafiran wê di çarçoveya operasyona ‘Chammalê’ de, wê di navîna sala 2021’ê de li Rojhilatê Derya Spî û Derya Hindê be.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Mîsyona din a keştiya balafiran a Charles de Gaûlle, wê sîstema me ya di çarçoveya operasyona Chammalê de pêk were bihêz bike.”

Berî niha di serê sala 2020’ê de keştiya balafiran a Fransa şandibûn herêmê.

Wezîra Parastinê Florence Parly got:

“Di çarçoveya operasyona Chammalê de nêzî 900 leşkerê wê di bin sêwana koalîsyona navneteweyî de li dijî DAÎŞ’ê têkoşîna xwe bidomîne.”

Back to top button