Akar: Vegera ji pêvajoya heyî gelek bi pirsgirêke

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akdar diyar kir ku di mijara kirîna Sîstema Parastinê ya S-400 a Rûsya de “gelek pirsgirêk” heye, lê ew difikirin bi rêya danustandinan vê pirsgirêkê bi DYA re derbas bikin.

Hulusî Akar di daxuyaniya çepemeniyê ya li Enqerê de daxwaz ji DYA kir ku dawî li zimanê xwe yê gefxwarinê bêne.

Li gorî nûçeya ajansa Reuters’ê dewleta Tirk ji bo kirînsa beşa duyemîn ya sîstema parastina esmanî S-400 a Rûsya hevdîtin pêk aniye.

Akar diyar kir ku vegere ji xala heyî gelek zehmete.

Ger DYA bixwaze çareseriyekê bibîne, di aliyê teknîkî de dikare çareseriyek were dîtin.

Amerîka ji ber kirîna Tirkiyê ya sîstema S 400 a Rûsî, cezayên CAATSA xistibû meryetê û biryara birîna cezayan li ser Tirkiyê hatibû dayîn.

Dewleta Tirk ya hevalbendê Amerîka û NATO yê ye, li dijî vê yekê bertek nîşan dabû.

Back to top button