Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê welatiyê bi navê Ehmed El-Xezel kuştin

Li Serê Kanî ya dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk sivîlek li gundê Mehmûdiyê kuştin.

Li gorî agahiyên nûçegîhanê me ji çavkaniyên herêmî wergirtin, vê sibê kesê bi navê Ehmed El-Xezel ê ji gundê Mehmûdiyê ya girêdayî Serêkaniya dagirkirî, dema pezê xwe diçêrand, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate gulebaran kirin.

El-Xezel, bavê çar zarokane û ji eşîreya Hereb e.

Heman çavkaniyê dan zanîn ku sedema kuştinê nakokiya di navbera wî û malbatên çeteyên bi zorê di malên gundiyan de bi cih bûne, pêk hatiye.

Hêjaye bibîr xistinê beriya hefteyekê jî li gundê Til Diyab a Serêkaniyê çeteyan welatiyê bi navê Mîzer El-Ilêwî  kuştibûn.

Back to top button