Hêzên Asayişê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Bedran Ehmed ji ber nexweşiyê 17’ê Îlonê şehîd bû.
Di daxuyaniya Hêzên Asayîş de wiha hate gotin:
“Yek ji endamên me yên li kantona Cizîrê Bedran Selah Eldîn Ehmed di 17’ê Îlonê de dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihaşt asta şehadetê.”
Asayîşê ji malbata şehîd û gelê herêmê re sersaxî xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Li gorî daxuyaniya Asayîşê nasnameya şehîd wiha ye:
Navê şehîd: Badran Ehmed
Navê Bav: Selahedîn
Navê Dayikê: Şêxe
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Amûdê 6.2.2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê 17.09.2023
Hêzên Asayîşê zarokê hatibû revandin ji malbata wan re vegerand